Piştî heftiyek li ser erdheja bêqam ya 6ê reşemeha sala 2023 derbasbûyî, diyare ji hemû gelên Turkiyê re ku dewleta Turk dewleteke xemnexwer e. Xemnexweriya tevdîrên sereke bo kontrolkirina bobelatê, bo danîna kod û rêznameyan, û çavdêriya qanûndar û kargêrî; xemnexweriya hevwelatî, penaber, karker, û zarokên ku hîn li bin kuç û kavilên erdhejê ve mayî ne; xemnexweriya binsaziya bevverabûna tengaviyê, xemnexweriya mafê jiyaneke aram û bi rûmet.
Her kes zanê ev ne bobelateke xwezayî ye, lê pa destdiristker e jî, destên syasî. Bi seranserî van bîst salên dawîn de, gelên Turkiyê spartekên sozên avakirina malên bergir li ber erdhejan, lezrabûna jêhatî, û berdestiyên rêgiriya bobelatan. Li 48 se’etên pêşî de piştî erdhejê, em rûbirûyî sozên vala man. Dewletê sozek dabû ku têkoşîna çareyeke rêxistî bike bi rêya AFAD (Serokatiya Rêvebirina Tengavî û Bobelatan) û Türk Kızılay, lê piştî çend salan ji dabeşkirina pare li ser fonên taybet û dezgehên xêrxwaz li şûna ku bigehe ber destê dezgehên giştî, lê pa li ti cihan ti çare û alîkarî peyda nebûn. Li seranserî salên şerê navxweyî yê serçil dijî gelê Kurd, li cihên erdhejê lê rûdayî du ji bingehên eskerî yên herî mezintir li welatê Turkiyê de; û berî heftiyek li ser erdhejê re derbas bibe, artêşa Turkiyê êrîşên xwe yên esmanî bi ser Rojava û Êzidiyên Şengalê de berdewam kirin. Artêş—hêza tenê ya rêk û pêk xistî ku bigehê her cihî, ku li cih de nema berdest dibe ji ber rê û binemaya hilweşiyayî, bi awayekî diyar ji ber çavan dûr bû li dema kêşana alîkariyê de. Di dema ku em vê beyanê dinivîsin, bi hezaran kes bêhna xwe bi zehmetî dikêşin dijî seqem û sermaya li bin kavilan de. Ew kes fêrbûne ku artêş ne li wêderê ye ji bo parastinê, lê pa ji bo berdewamkirina adeta rêkxistî ya kuştina xelkê hejar ku bûye. Dewlet, girêbestkar, artêş, û pola kapîtalîstan hemû celad in.
Ev sûreta çepel ji me ne xerîb e. Li erdheja Izmit ya sala 1999ê, dewlet bi awayekî diyar ji ber çavan dûr bû, û hemwelatî û civaka sivîl yên ji aliyê darayî ve li belengaziyê de hatibûn sistkirin bi rêya têkileke civakî ya jehirok ji hukmê leşkerî û niyolîbralîzmeke, li paş xwe ve hiştin, ku tenê ya ji destê wan tê ji xwe re bikin. Li erdheja Wanê ya sala 2011, gelê Kurd yê ku ji sedema şerê li ser wan, talan û derbederkirî ji aliyê dewletê ve li bin kavilên konkirîtî yên dêwîn de careke din hatin jibîrkirin. Ev cihên van herdu erdhejan lêdayî li roja 6ê reşemehê—devera rojavayê firêt ya bi ser bakûrê Kurdistanê ve, deştên çandinî yên Xetayê, geliyê Amik, Çukurova, Efrîn li Rojava, Heleb li Sûriyê, bi birînên terr ên gelek şeran re dijîn. Bajarên wek Adiyaman, Entab, Riha, û Xetayê ku tijî penaberên Sûrî ne yên ku li malên ber ketin de dijîn, û karê neyî qanûnî li kargehên kêmpare de kar dikin bi jin û zarokên Kurd re. Amed wek paytexta Kurdistana bakûr, li bin dorpêçana polîsî û leşkerî u tê birêvebirin ji aliyê cehş-şaredar û cehş-parêzgarên dewletê de ye, ku keda xelkê hemû dixwin ji bo halxweşiya xwe, li vê Amedê bi hezaran xelk li bin kavilan de mane ku girêbestkarên ziyankar avakiribûn. Li Rojava û Sûriyê, avahiyên ku ketî û li ber ketin ji sedema şer, ji hal ve bûbûn nîşanên tirsê û bergirîdanê, careke dî bûn qadek ji binaxkirinê re. Ji xelkê Navavayê (Mezopotamyayê) re, bilokên konkirîtî ticaran nebûne mal, lê pa nimûneyên sax ji tirs, û gef, û metirsiyê re. Erd, ku ji hal ve bi laşên qurbaniyên şer cindar bûbû, nuhe jî cindar e bi hezarên li bin kavilan ve mayîn. Ne jiyan, ne jî mirin, erd bi firehiya xwe berzexekî cindar.
Serreyî mezintaya vê trajîdiya insanî, dewlet her pozê xwe bravadoya xwe sizaker bilind dike. Axaftinkerên mîdyaya hikûmî li dev têxin, “alîkarî tune ye, lazim alîkarî hebê,” lê devê hemwelatiyan digirê gava ew dixwazin heman axaftinan bînin ziman. Hemwelatiyên ku li ser medyaya sosiyal diaxivin dijî vê jixguhxwekirin, tên girtin û zindankirin li bin qanûnên çavdêrkirinê. Dewlet û mîdyaya xwe van hemwelatiyan gunehbar dikin û portrê dikin wek nûnerên şaşagahiyan. Û bihevverabûn û hevpiştgirîya xelkê winda dikin. Li bajarên têkel wek Dîlokê/Entabê, dewlet destê xwe datînê ser alîkariyên ji aliyê xelkê sivîl ve digehin, û dike destên mîlîşiyaya faşîst ya Gurên Gewr (Bozkurtler/Ülkü Ocakleri) de. Û destê xwe dide ber alîkariya bilez ya ji herêma Kurdistana Iraqê ve tê û nahêlê derbasî bajarên wek Xetayê bibe, tenê ji ber ku xelkê wêderê kî ne. Polîsan heman hemwelatiyên ku niyofaşîstan erîş li ser kîrî, girtin, kutan, tengav kirin, tehde lêkirin, û kuştin. Ev ên ku li serê zincîraberpirsiyariyê destên xwe ji xwînê dişon bi êrîşkirin û tawanbarkirina girêbestkaran. Hejar û belengaz tên daqurtandin ji aliyê mekîneya pêkanînê ya olî û kapîtalîst ya çavbirçî. Bi van pîkolên destarîkirina tevayî yên pêkve, dewletek, rêjîmek ku hemwelatiyên xwe weke dijmin dibînê.
Û em vê durûtiya hevta li medyaya rojavayî ya şîp de jî dibînin, ku behsa xerabûna li Sûriyê dike weke tengaviyeke insanî ya xemgîn ku dektatorê destbixwîn Beşar El-Esed wek destpêka wê nîşan dike, di dema ku gelên Sûriyê dike bin hukmê mirineke hovîntir bi rêya rastandinên siyasî. Bi bêdengiya xwe ve li ser şerê Erdogan û eskerên kirêgirtî yên islamî yên ku dest xwe datînin ser alîkariyên ku ji xelkê xwecih re tê, rastiya gunehbariyê û berpirsariyê diniximînê.
Diyare ku ev mehên li me û pêş wê tijî keysgiriya siyasî bin. Dibe haye me jê heb ku zênofobiya dijî penaberên Sûrî wê zêdtir bibe, û pîkolên veguhastina penaberên Ereb yên Sûrî bo deverên Kurdan weke berdewamiyek ji pilana Erdogana ya imperiyalî ya endaziyarkirina civakî, pîkolên Bonapartîst bo paşxitina helbijartinan û jiberxwekirina berpirsartiya dîmokratî, û pîkolên zêdtir ji aliyê tawanbarê şeran Beşar El-Esed ku vegere rewatiya navnetewî.
Ji bo xelkên Turkiyê, Kurdistan, û Sûriyê ti cudahiya reqreqa mekîneya şer ya dewletê û erdhejê tune ye. Li şerê me de ji bo azadkirina hevtevayî û edaletê, tiştê herî pêşîn yê ku divê em bikin ew e ku em wan yên sûcdar û perpirsiyar binav bikin: girêbestkar û xwedîkarên ziyandar, medya, dewlet û artêşa xwe, bloka opozisiyona parlemantarî ya fermî, ku xwe danî astê hawsaniyê û şêrhildaniya dewletê û alavên wê yên idiyolojî, çîna borjwazan, hêstirên wan yên bizinmişkan û nîşanên xêrxwaziyeke têneketî, mîlîşiyayên niyofaşîst yên saxmayan, penaberan, û jicihkiriyan polîs dikin û siza dikin bi navê ‘rêzekiya giştî; ev hemûyên ku aramî û rûmetiya hemwelatiyan kirîn qurbanî li bin navê çavbirçîtiyê û qezancê. Tevnên xwebihevgirtinê yên ku ji nava kavilên dewlwetê rabûyîn mizgîniya pêkana paşerojeke bihêvî didin me. Ji bo me, hijmara mezin ya alîkariyê, pêkverabûna bilez, û alîkariya kirêkaran ku derbasî deverên erdhejê li Turkiyê bûyîn nîşana hêviyê ye. Lê pa, di heman demê de, gelên bakûrê rojhilata Sûriyê ku ketîn bin bandora erdhejê de bi awayekî wekhev, mistek ji vê piştgêriyê negehiştiye ber destê wan. Heyva Sora Kurdistanê bi awayekî çalak li van deverên erdhejê lêdayî li bakûrê rojhilata Sûriyê û Rojava kar dike. Ji bo xêrdanê.